NEW YORK
Li eyaleta Missouriyê piştî ku ciwanê reşik hate kuştin rageşî dest pêkir. Ji ber buyerên li eyaletê, beriya biryara jûriya dadgehê, Walî Jan Nîxon rewşa derasayî îlan kir û raye da Yekitiya Mihafizê Neteweyî.
Di meha tebaxê de li taxa Fergûsona bajarê St. Louîsê Mîchael Brownê reşik yê 18 salî ji aliyê polês Darren Wîlson ve hatibû kuştin.