Qeyd li ser înternetê hatin weşandin û hat diyarkirin ku aidê DÎŞIyê ne û di dîmenan de kesê tê îdiakirin ku pîlot Qesasîbeyê ku ji meha kanûna pêşîn heta niha di destê rêxistinê de ye, tê dîtin. Li derûdora kesê tê îdiakirin ku pîlot e kesên rûpoşkirî û çekdar hene. Ev kes pişt re kesên navborî dixin nav qefeseke hesin û agir berdidinê.
Hatibû diyarkirin ku li Reqaya bajarê Sûriyeyê di meha kanûna pêşîn de balafira hêzên koalîsyona di bin serkêşiya DYAyê de hat xistin û artêşa Urdunê piştrast kiribû ku balafir aidê wan e û DÎŞIya rêxistina terorê pîlot Mûaz Safî el-Qesasîbe dîl girtiye.
DÎŞIyê di 20ê kanûna paşîn de ji ser înternetê vîdeoya du rehîneyên Japon ên bi navê Harûna Yûkava û Kenjî Goto weşandibû û ji hikûmeta japonan li hember jiyana rehîneyan 200 milyon dolar fîdye xwestibû û gotibû ku divê fîdye di nav 72 saetan de bê dayîn. Daxwaza rêxistinê nehatibû bicîanîn û rêxistinê dabû zanîn ku Yûkava hatiye kuştin û pişt re eşkere kiribû ku heke Sacîde er-Rişaviya ku rajêra wê Iraq e, ya ku di sala 2005an de li Ammanê beşdarî êrîşên "Çarşema Reş" a ku 57 kes tê de miribûn, bibû di nav 24 saetan de neyê serbestberdan dê Goto û pîlot Qesasîbe jî bên kuştin.
Daxwaza milîtanê rûpoşkirî yê ku endamê rêxistinê ye nehatibû bicîanîn û milîtan di 31ê kanûna paşîn de vîdeoyekî ku hikûmeta Japonyayê tehdît dike û wêneyê Gotoyê serjêkiî jî tê de cî digire weşandibû.