HEWLÊR
Arîkarê Serokê Karên Derve yê ku ji Penaberan Berpirsyar e yê Herêma Kurdistana iraqê (HKI) Dîndar Zebarî got "Îdiayên dibêjin ku Asayîşa Herêma Kurdistanê nahêle ku ereb vegerin malên xwe rast nînin. Herêmên ku tê qalkirin şer berdewam dike."
Zebarî li ser îdiaya Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ya wekî "Destûr nadin ku erebên ku DÎŞIyê ew ji malên wan kirin, vegerin malên xwe" daxuyanî da.
Zebarî qal kir ku hin cihên ku niha di bin kontrola pêşmergeyan de ne berê niha ji aliyê DÎŞIyê ve çend caran hat îşgalkirin û gel jî ji ber tirsê newêre ku vegere.
Zebarî got ku "Îdiayên dibêjin ku Asayîşa Herêma Kurdistanê nahêle ku ereb vegerin malên xwe rast nînin." û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Li herêmên ku tê qalkirin şer berdewam dike. Ji sedî 70yên kesên ku ji DÎŞIyê reviyan û xwe sipartin herêma Kurdistanê welatiyên me yên ereb in. Niha ji sedî 19yê kesên ku li Hewlêrê rûdinin ereb in. Cihê karên van û bazirganiya wan herêma Kurdistanê ye. Ev kes di çûn û hatinên xwe de jî rastî tu astengiyan nayên."
-"Piraniya erebên ku malên xwe terikandin di eniyên DÎŞIyê de ne"
Zebarî destnîşan kir ku hikûmeta HKIyê digel qeyrana aboriyê ji bo penaberên ereb çi ji destê wan hat kir û wiha axivî: "Me çendî caran bangî aliyên navneteweyî û hikûmeta Iraqê kir ku arîkariya van welatiyên me bikin. Ji welatiyên me yên ereb û kurd ên ku li herêma Zûmmara ku dikeve bakurê Mûsilê tu kes venegeriya malên xwe. Ji ber ku şer hê jî berdewam dike. Ji ber mayîn û teqemeniyên ku rêxistina terorê bi cî kirine, çûn û hatin gelek bi xetere ne."
Zebarî wiha axivî: "Ez dixwazim vê yekê jî bibêjim ku li herêmên ku hatin terikandin piraniya erebên ku malên xwe terikandin, di eniya DÎŞIyê de ne. Ev mirovên ku tevî teror û aloziyê bûn, li dijî pêşmergeyan şer dikin."
Zebarî got bandora DÎŞIyê li ser welatiyên kurd zêdetir e û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"HRW qala wêrankirina malên erebên ku li Zûmmar û Mexmûrê rûdinên dike. Lê belê jimara malên welatiyên kurd ên ku DÎŞI wir bombe bi cî kirin û ew teqandin, ji van gelek zêdetir in. Divê mirov vê jî diyar bike kesên ku malên kurdan jî yên ereban jî xira kirin, terorîst in."
-"DÎŞIyê bi fitûyeke sathî malên gel ji xwe re helal kir"
Zebarî li ser îdiayên der barê pêşmergeyan de jî sekinî û wiha axivî: "Îdiyaên dibêjin ku pêşmergeyan herêmên Karakûş û Telûskûfê talan kirin jî derew in. Ji ber ku DÎŞIyê niha Karakûş îşgal kiriye. Ji roja ku Telûskûf jî hatiye rizgarkirin heta niha navenda du partiyên xiristiyan ên bi navê Beynen Nehreyn û Civaka Neteweyî wir in. DÎŞI ev 6 meh in malên gelê Karakûş, Kermeles, Bartîlle, Başîka, Bazanî û Kuwewekê talan dike, xaniyên wan dişewitîne. DÎŞIyê bi fitûyekî sathî malên gel ji xwe re helal kir. Lê belê di giştînameya ku Wezareta Pêşmergeyan îlan kir de hat ragihandin leşkerên ku muameleyên nebaş li hêsîran dikin, heqaretê wan dikin û tevgerên ne li cî nîşan didin, dê bên cezakirin."
Zebarî îdiayên dibêjin ku hêzên asayîşê yên kurdan êşkenceyê li girtiyên ereb dikin jî red kir û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Li asayîşê êşkenceyê li tu kesî nakin, temamiya girtiyan sewqî dadgehê dikin. Dadgeh biryara aqubeta wan dide. Herêma kurdistanê di vê wateyê de deriyên xwe ji bo saziyên navneteweyî û HRWyê re vekirin. Ev sazî dikarin bên û di cî de li ser rewşa girtiyan lêkolînan bikin."
Zebarî der barê kesên ku di çarçoveya têkoşîna li dijî DÎŞIyê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên HKIyê ve bi hinceta ku têkiliya wan bi rêxistina terorê re hene, hatin binçavkirin de jî ev gotin:
"Li gor agahiyên ku Midûriya Dijî Terorê ya Hewlêrê dan me ji hezîrana 2014an heta niha 322 ke sbi hinceta ku têkiliya wan bi DÎŞIyê re heye, hatine binçavkirin. Ji vana 83 kes serbest hatine berdan û lêkolînên der barê 239 kesên in de jî berdewam dikin. Dîsa jî xizmên wan dikarin û bên wan ziyaret bikin. Ev kes dikarin parêzeran jî bigirin. Tenê kesên ku li heêrmên di destê DÎŞIyê de ridinên nikarin girtiyan ziyaret bikin. Ji bo 70 erebên sunî yên ku li sînorên Mexmûrê hatin girtin, tu kesî serî li dadgehên herêma Kurdistanê nedan. Der barê hêzên ewlehiyê de tu daxwaznameyên gilîkirinê tunin. kesên dixwazin kuy dozê vekin jî dikarin serî li dadgehan bidin. Her kesê ku têkiliya wan bi DÎŞIyê re heye û hatine girtin dê li got Qanûna Antî-Terorê bên darizandin."
Zebarî diyar kir ku digel her tiştê 32 tirên arîkariyê gihandin kurdên zêdî û erebên sunî yên li Wane, Rabîa û Çiyayên Şingalê û îdia kir ku "Xebatkarên girêdayî NYya ku li herêma Kurdistanê ne, destûr nedan ku saziyên arîkariyê ji ber ewlehiyê arîkariyan bibin gelek cihên rizgarkirî yên girêdayî Mûsilê."
Rêxistina Mafên Mirovan (RHW) di rapora ku eşkere kir de îdia kiribû ku Birêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) destûrê nade erebên ku DÎŞIyê ew ji malên wan kiribûn, vegerin malên xwe.