ŞANLIÛRFA
Çeremîn yekîneya pêşmergeyan a ku dê Herêma Kurdistana iraqê (HKI) bişîne Kobanêyê bi balafirê hat Şanliûrfayê.
Balafira ku yekîneya pêşmergeyan tê de bû û ji Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê derbasî Tirkiyeyê bû, di saet 19.00an de li Balafirgeha GAPê danî. Kom demekê li balafirgeê sekinî û pişt re ji bo ku derbasî Kobanêyê bibe bi otobêsan ber bi navçeya Sirûcê derket rê.
Hêzên ewlehiyê li nav balafirgehê û hawirdora wê bergiriyên ewlehiyê girtin û destûr nedan ku xebatkarên çapemeniyê ji nêz ve dîmenan bikişînin.
HKIyê cara ewil bi destûrdayîna Tirkiyeyê di 28ê Cotmeha 2014an de yekîneyeke pêşmergeyan a ku ji 150 kesî pêk tê şandibû Kobanêyê. Koma duyemîn jî di 3yê kanûna paşîn de li Kobanêyê peywirdar bibû. Sêyemîn yekîneya pêşmergeyan a ku ji 150 kesî pêk tê jî di 16ê kanûna paşîn de derbasî Kobanêyê bibû û wir piştgiriyê dabû komên kurdan ên ku li dijî DÎŞIya rêxistina terorê şer dikin.