Önder Beyter
06 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2019
LONDON
Hat îdiakirin, 2 eskerên mensûbên Hêzên Taybet ên Îngiliz ku li Sûriyeyê peywirê tînin cih, di êrîşa bi fuzeyê ya DEAŞê da bi awayekî cidî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a neteweyî ya Îngiltereyê Press Associationê, di êrîşa ku DEAŞê îro destê sibehê li Sûriyeyê bi fuzeyê va kir da 2 eskerên mensûbên Hêzên Taybet ên Îngiliz ku li herêmê peywirê dikin, bi awayekî xedar birîndar bûn.
Hat îdiakirin ku di êrîşê da milîtanekî PYDyê jî hat kuştin.
Li gorî nûçeyê, eskerên Îngiliz ên ku birîndar bûn, bi destê hêzên Amerîkayê bi rêya asîmanî va ji deverê hatin veguhastin.
Li ser pirseke der heqê mijarê da Wezareta Parastina Îngiltereyê wiha daxuyand, "Em der heqê Hêzên Taybet da şîroveyê nakin."