06 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2019
QUDS
John Boltonê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ji Sûriyeyê vekişîna eskerên Amerîkayê girêdayî hin şertan e û ji bo vekişînê tu teqwîm tuneye.
Li gor rojnameya Haaretzê, Boltonê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî beriya ku bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ra hevdîtinê bike daxuyanî da rojnamegeran û YPG/PKKya rêxistina terorê qest kir û diyar kir, vekişîna ji Sûriyeyê ya Amerîkayê girêdayî vê şertê ye ku Tirkiye ewlehiya "Şervanên Kurd" garantî bike û DEAŞ têk biçe.
Boltonê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Trump diyar kir ku teqwîma vekişînê ya ku wê li gor hereket bikin jî wê li gor biryarên siyasî eşkere bibe.
Nakokiya navbera vê daxuaniya Bolton û gotina Trump a ku wê ji Sûriyeyê eskeran vekişînin balê dikşîne.
Bolton ji bo ku di mijara vekişîna ji Sûriyeyê ya Amerîkayê da hevdîtinên kordînasyonê bke duh êvarê hat Îsraîlê û li Tel Avivê li Balafirgeha Ben Gurionê daxuyanî dabû û wiha gotibû "Helwesta Amerîkayê ya ji bo bikaranîna çeka kîmyewî ya rejima Sûriyeyê neguherî."