Önder Beyter
15 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2017
NEW YORK
Piştî îdiayên destdirêjî û tecawizê yên ku Hollywood lerizand, endametiya fîlmçêkerê DYAyî Harvey Weinstein a Akademiya Huner û Zanistên Sînmayê (AMPAS) hat betalkirin.
Tawanbariya destdirêjî û tecawizê cara pêşiyê hefteya çûyî di rojnameya New York Timesê da hat belavkirin û piştî vê, Weinstein (65) ji karê xwe bû û herwisa jina wî ew terikand. Herî dawî jî AMPASa ku xelatên Akademiyê (Oscar) diyar dike, berê xwe jê guhast.
AMPASê, çêkerê fîlmên navdar Weinsteinê ku bi destdirêjî û tecawizê tê tawanbarkirin, ji endametiyê derxist.
Gelek jinên ku di nava wan da lîstikvanên jin ên navdar ên ji Hollywoodê yên wekî Gwyneth Paltrow, Rose McGowan, Angelina Jolie û Ashley Judd jî hene, daxuyandin ku Weinstein li hemberî wan kiryarên nelirê û netê kirin. Li dû van, lîstikvana sînemayê ya îngiliz Lysette Anthonyê îdia kir ku Weinstein di salên 1980yî da destdirêjiya wê kir.
- Li Îngiltereyê jî lêpirsîn hat vekirin
Ji ber îdiayan piştî ku li DYAyê der heqê Weinstein da lêpirsîn hat vekirin, îca li Îngiltereyê jî ji ber îdiayan lêpirsîn hat vekirin.
Berdevkê Weinstein jî daxuyanî dabû kovara New Yorkerê û destnîşan kiribû ku Weinstein îdiayên navborî red dike û herwiha gotibû ku peywendiyeke bêyî rizayê çênebûye.
Fîlmên Weinsteinê ku endametiya wî hat betalkirin, zêdetirî 300 carî bibûn namzedê Oscarê, 81 carî jî ev xelat wergirtibûn.