Önder Beyter
26 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2019
Şîrketa mezin a softwareê Microsoftê îhaleya "ewr" ku wekî Teşebisa Hevbeş a Binesaziya Parastinê (JEDI) ya Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) tê zanîn, qezenc kir.
Îhaleya qerase ya teknolojiyê ya bi 10 milyar dolarî ya nûjenkirina binesaziya komputerê ya Pentagonê encam da.
Microsoftê îhaleya ku di navbera Amazon û Microsoftê da bû sedema milmilaneya ku ev 2 sal bû dewam dikir, qezenc kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Pentagonê da wiha hat gotin, "Îro Wezareta Parastinê ji kontratên ewr ên meqseda giştî jê yek da Microsoftê û di cîbicîkirina stratejiya me ya ewrê da gaveke girîng a din jî avêt."
Proje dê di 10 salan da temam bibe û herwiha di vê çarçoveyê da tevî agahiyên veşartî, hemû daneyên wezaretê dê li ewrê nû were barkirin.
Wezîrê Parastina Amerîkayê Mark Esper ji ber ku kurê wî li şirketa IBMê ya ku beşdarî îhaleyê bûye dixebite, hefteya çûyî xwe ji pêvajoya îhaleyê dabû alî.