Haydar Şahin
26 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2019
Li Bexdaya paytextê Iraqê çalakvanan li Meydana Tehrîrê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Çalakvanên li Meydana Tehrîrê ya li navenda Bexdayê konên xwe danîn dest bi çalakiyê kirin û hikûmet protesto kirin.
Tê gotin ku çalakvanên li bajarên li başûrê Iraqê jî ew ê dest bi çalakiya rûniştinê bikin.
Di çalakiyên li paytextê Iraqê û hin bajarên din hatibûn kirin da li ser midaxeleya hêzên ewlekariyê 30 kes hatibûn kuştin.
Li Iraqê çalakvanên ku beşdarî bûyeran dibin hatin hişyarkirin
Fermandariya Operasyonên Hevpar yên Iraqê daxuyanî da ku çalakvanên zirarê didine derûdorê wê di çarçoveya qanûna têkoşîna dijî terorê da werin cezakirin.
Der barê bûyeran da Fermandariya Operasyonên Hevpar ya Wezareta Parastina Iraqê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê ji bo çalakvan beşdarî bûyerên tundiyê nebin hatin hişyarkirin. Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Hemû hêzên me yên ewlehiyê niha li sehayê ne û bi mijarê ra eleqedar in. Kesên ku zirarê didine derûdorê wê di çarçoveya qanûna têkoşîna dijî terorê da werin cezakirin. Em kesên ku ji bo ewlehiya gel dibin xetere hişyar dikin. Welatiyên me jî bila beşdarbûna wan kesan qebûl nekin. Bila der heqê van kesan da gilîdar bibin. Hêzên ewlehiya me dijî terorîst û kesên sûcdar tewîzê nadin."