Fatih Gazioğlu
24 Gulan 2018•Rojanekirin: 25 Gulan 2018
HEWLÊR
Hat ragihandin ku Weqfa Alîkariya Însanî ya Maf û Azadiyên Mirovan (ÎHH) fitar da 500 malbatên li Kampa Penaberan a Dîbegeyê ya li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê.
Berpirsiyarê Tîma Alîkariyê ya ÎHHyê Mûhammed Yusif Ozcan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi wesîleya meha Remezanê wan şîva germ belavî 500 malbatan kir.
Ozcan destnîşan kir ku heta ku meha Remezanê diqede ÎHH wê wilayetên Hewlêr, Mûsil, Silêmanî û Kerkûkê alîkariyên xwe bê navber bidomînin.
Ozcan diyar kir ew ê heta dawiya meha Remezanê alîkariya xwarinê bidin nêzî 3 hezar û 800 malbatî û dîsa wê fitarê jî bidine 7 hezar û 800 malbatî.