İbrahim Atmaca
24 Gulan 2018•Rojanekirin: 24 Gulan 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Nûnera Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Amerîkayê Nikki Haley ji bo ku biaxive çû Zanîngeha Houstonê, lê li wê derê ji ber helwesta wê ya komkujiya li Xezeyê ya Îsraîlê hat protestokirin.
Haley di rêvebiriya Donald Trump da ji parêzkarên herî xurt a Îsraîlê dertê pêş. Dema ku Haley li Zanîngeha Houstonê diaxivî, bertek nîşanî wê dan.
Nikki Haleyê çawa dest bi axaftina xwe kir, xwendekarekî ku li ser tîşortê wî Filistîn dinvîsî rabû ser piya û wiha got, "Nikki Haley destê te bi xwîn e. Tu hê nijadkujiyê pesend dikî. Tu şirîka terorîst û mêtinkara yî."
Piştî ku xwendekar Haley protesto kir, ji salonê dengê çepikan zêde bû û ji bo xwendekar piştgirî dan û gelek xwendekar rabûn ser piya û duruşmeyên wiha berz kirin, "Nikki, Nikki tu nabînî ku cinayet li ser hev tên kirin? Nikki Nikki tu nikarî veşêrî, te jî mohra xwe li nijadkujiyê da."
Haleyê di Konseya Ewlehiyê ya NYê da îdia kiribû ku Îsraîlê di protestoyên li Xezeyê da xwe parast û îtidaleke herî zêde nîşan da.
Roja ku balyozxaneya Amerîkayê vebû, li ser sînorê Xezeya ku dorpêçkirî ye, him ji bo barkirina balyozxaneyê him jî Nekbeya (Felaketa Mezin) sala avabûna Îsraîlê xwepêşandan hatin lidarxistin. Eskerên Îsraîlê êrîşî xwepêşandanan kiribûn û ji 60î zêdetir Filistînî şehîd bûbûn, ji 3 hezarî zêdetir Filistînî jî birîndar bûbûn.