30 Gulan 2017•Rojanekirin: 31 Gulan 2017
HATAY
Hat ragihandin ku Muhammet Furkan Sokmenê ku hat tesbîttkirin "Îmamê Myanmarê" yê Rêxistina Terorî ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY)yê anîn Hatayê.
Li gorî agahiyan Sokmenê ku ji Myanmarê hat dersînorkirin bi balafira Hewapeymaya Tirkiyeyê anîn Balafirgeha Stenbolê. Li Şaxa Tekoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê îfadeya Sokmen ya ewil hat girtin. Piştî îfadeyê ekîbên Şaxa Tekoşîna Dijî Sucên Organîze û Qaçaxçitiyê yê Midûriyeta Ewlehiyê, Sokmen anîn Hatayê.
Herwiha hat ragihandin ku Serdozgeriya Komara Hatayê der barê Sokmen de sala çûyî biryara girtinê derxistiye.