03 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2015
LONDRA
Îngiltere, piştî tezkereya ji bo êrîşî ser baregehên DAEŞê bê kirin destûrê dide di parlementoyê de hat qebûlkirin êrîşên xwe yên ewil li Sûriyeyê li dar xist.
Wezareta Parastinê ya Îngiltereyê daxuyanî da û diyar kir ku di parlementoyê de piştî qebûlkirina tezkereyê li Sûriyeyê êrîşa ewil ji hêla balafirên şer hat kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 4 jetên Tonadoyê yên Hêzên Hewayî yên Qraltiya Îngiltereyê ji baregeha Qibrîsa Başûr rabûn û êrîşî ser baregehên DAEŞê kirin û bi saeta herêmî di 03.00 (li gor saeta Tirkiyeyê 05.00)an de vegeriyan cihên xwe.
Der heqê hedefên DAEŞê yên hatin bombekirin de wisa tê texmînkirin ku Wezareta Parastinê ya Îngiltereyê wê îro daxuyaniyê bide. Îngiltere di nav koalîsyona navneteweyî ya ku li Iraqê li baregehên DAEŞê dixe de cih digire û 8 jetên wê li baregeha Qibrîsa Başûr hene. Îngiltere li Sûriyeyê ji ber ku daxilê bombebarandina ser hedefên DAEŞê bû wisa tê texmînkirin ku wê hejmara balafirên xwe yên li Qibrîsa Bakur bi cih kiriye wê zêdetir bike.