Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a IRNAyê Afhamê diyar kir ku bûyerên li Iraqê diqewimin pêvajoya siyasî ya welêt diguherîne û wiha got: "Wisa tê fehmkirin ku DYA rewşa li Iraqê îstismar dike û dixwaze zirarê bide encamên hilbijartinê. Ji ber vê jî divê yên ku ewlehî û aramiya li Iraqê xirab dikin, bila piştgiriyê nexwazin."
Afhamê destnîşan kir ku Îran geşedanên li Iraqê ji nêz ve dişopîne û wiha got: "Êrîşên terorê piştî hilbijartinên parlementoyê dest pê kirin. Hin welêt ji encamên hilbijartinê aciz bûn."
Afhamê der barê terorîzmê û xetereyên rêxistinên terorê de hişyarî da û got ku "Divê civaka navneteweyî û welatên din di mijara terorîzm û xetereyên rêxistinên terorê de piştgiriyê bidin hikûmeta Iraqê û rayedarên dewletê."