Ahmet Dursun
31 Gulan 2026•Rojanekirin: 31 Gulan 2026
Îranê daxuyand ku wesayîteke esmanî ya bêfirokevan a çekdar (SÎHA) a tîpa MQ-1 Predatorê ya artêşa Amerîkayê li ser peravên Îranê hat daxistin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Artêşa Mihafizên Şoreşê da wiha hat gotin, "Îro şeveqa sibehê wesayîteke esmanî ya bêfirokevan a MQ-1ê ya artêşa êrîşkar a Amerîkayê ku ji peravên Îranê ra ket qada esmanî û armanca wê operasyoneke dijminane bû, ji aliyê moşekên parastina esmanî ya nûjen a Artêşa Mihafizên Şoreşê va hat tesbîtkirin û daxistin."
Di daxuyaniyê da wiha hişyarî hat dayîn, "bersiva êrîşan wê bi biryardarî were dayîn".