26 Hezîran 2016•Rojanekirin: 27 Hezîran 2016
HEWLÊR
Hat ragihandin ku artêşa Îranê çiyayên Sorana navçeya Hewlêrê yên li ser sînorê Herêma Kurdistana Iraqê da ber bombeyên obusan û di encamê da 5 sivîl birîndar bûn.
Qaymeqamê navçeya Soranê Kurmanc Îzzet der heqê bombardûmana herêmê ya bi destê Îranê da ji peyamnerê AAyê ra xeberda û diyar kir ku di encama bordûmana guleyên obusê da 3 jê zarok 5 sivîl birîndar bûn.
Îzzet detnîşan kir ku bordûmana obusan ber destê sibê dest pê kir û hê jî dewam dike û wiha got, "Ji ber bordûmanê zevî û qadên din ên çandiniyê jî zirar dîtin."
Li ser pirsa gelo Îran çima herêmê bombardûman dike, Îzzet wiha bersiv da, "Ji ber hebûna Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) ya li herêmê û ji ber fealiyetên leşkerî yên Îranê yên li bajarê Mehabad û herêmên din."
Sekreterê Giştî yê PDK-Îyê Mistefa Hîcrî îdia kiribû ku di 15ê hezîranê da li bajarê Şino di navbera Pêşmergeyên wan û leşkerên Îranê da pevçûn derket û di encamê da 20 leşker û 6 pêşmerge mirin.