Abdullah Tel
31 Tebax 2018•Rojanekirin: 31 Tebax 2018
ANKARA
Îranê bangewaziya Fransayê ya ku dixwest li ser bernameya moşeka balîstîk a Tehranê û tesîra li herêmê gotûbêjê bikin, red kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Îranê Behram Qasemî li ser bangewaziya Wezîrê Karên Derva yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ya di mijara "bernameya moşeka balîstîk a Tehranê û tesîra wê" da daxuyaniyek weşand.
Qasemî di daxuyaniyê da destnîşan kir ku bernameya moşeka balîstîk ji bo parastina welatê wî pir muhim e û wiha pê da çû: "Em careke din dubare dikin ku bernameya moşekê ya welatê me ji bo parastinê ye, heqekî meşrû ye û bi tu awayekî nabe mijara gotûbêjê."
Di mijara tesîra Îranê ya li herêmê da jî Qasemî got: "Siyaseta ku Tehran li herêmê disepîne li gor aştiya herêmî û kurewî ye di çarçoveya ewlehiyê da dijî terorê tê dayîn."
Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Îranê Qasemî di berdewamiya daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku kesên ji polîtîkayên herêmî yên Îranê aciz dibin bila ewilî careke din li polîtîkayên xwe mêze bikin.