Li gorî Ajansa Mehrê ya Nûçeyan, rêvebirê projeyê Mehdî Nakawî got ku ev motora lêgerînê ya neteweyî, astengkirinên înternetê yên ku welatên rojava li ser Îranê dikin dê bişkêne.
Nakawî destnîşan kir motora ku ji aliyê Wezareta Enformasyon û Ragihandinê ya Îranê hat amadekirin, dê ewil bikaribe li ser "milyarek rûbergên Farisî" lêgerînê bike, di qonaxa duyemîn de dê rûbergên Farisî, Erebî û Îngilizî jî lê zêde bikin û bi vî hawî dê kapasîteya Yoozê bigîje 6 milyaran. Di qonaxa sêyemîn de jî kapasîteya wê dê bigîje 24 milyaran.
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî par di daxuyaniyeke xwe de xwestibû ku xebatên ji bo "înterneta neteweyî" bila bilez bên domandin.