Îxraca neftê ya Iraqê ya meha çileya paşîn, li gor meha ewil ji sedî 12,4 kêm bû û 78,6 milyon warêl hat îxrackirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Neftê ya Iraqê li gor meha çileya paşîn firotina neftê 2 milyar dolar kêm bû.
Di meha çileya pêşîn de Iraqê 91,2 milyon warêl neft îxrac kir û ji firotina vê neftê 5,2 milyar dolar qezenc kir. Lê li gor meha çileya pêşîn, di meha çileya paşîn de ev rêje ji sedî 12,4 kêm bû û 78,6 milyon warêl hat îxrackirin.
Wezareta Neftê ya Iraqê got ku li benderên başûr rewşa hewayê nebaş bû ji ber vê sedemê îxrac kêm bû. Wezaretê got ku di mehên pêş me de wê îxracê zêde bikin.
Ji hêla rezervên neftê ve Iraq di dinyayê de rêza çaremîn de cih digre. Dahata Iraqê ji sedî 95 ji firotina neftê tê bidestxistin. Di budçeya sala 2015an de biryar hat dayîn ku warêlek wê bi 56 dolaran bê firotan.