TEHRAN
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf piştî ku li Yemenê operasyona koalîsyonê ya ku serkêşiya wê Erebistana Siûdî dikir dawî bû li ser Twîtterê daxuyaniyek da. Zarîf got ku Îran amade ye ku alîkariya mirovî bişîne û dikare alikariyê bike ku di navbera aliyan de hevdîtin pêk bên.
Wezîrê Karên Derve Zarîf li ser Twîtterê wiha got: "Li Yemenê piştî van gavên erênî, divê bi lez alîkariya mirovî bigîhîje li vî welatî. Divê di nav yemeniyan de hevdîtin dest pê bikin û hikûmeteke berfireh ava bibe. Em ji bo alîkariyê amade ne."
Li Yêmenê piştî ku hûsiyan paytext Sana û hin bajar bi dest xistin, Serokomar Hadî bangî Yekîtiya Ereban û civaka navneteweyî kiribû ku mudaxeleya leşkerî bê kirin. Koalîsyona ku serkêşiya wê Erebistana Siûdî dikir di 26ê adarê de li dijî hûsiyan operasyon dabû destpêkirin. Dîsa li ser daxwaza Serokomar Hadî do êvarê (21ê nîsanê) operasyon dawî bû.