ANKARA
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê der heqê 20 sal cezayê giran ê hebsê yê ku dan Serokomarê berê yê Misrê Mihemed Mûrsî de wiha daxuyand: "Li Misirê piştî midaxeleya leşkerî li hemberê beşek ji xelkê Misirê miemele û darizandinên keyfî yên ku dûrî standartên navneteweyî ne pêk tên. Biryara der barê Mûrsî de şik û gumanên li ser objektîfiya pergala dadê bêtir kûr dike û endîşeyên ji bo siberoja demokrasiya Misirê xurttir dike."
Di daxuyaniya niviskî ya wezaretê de hat bibîrxistin ku Mûrsî û hewalên wî bi îradeya gel bûn desthilatdar, lêbelê di sala 2013an de bi zora derbeya leşkerî ji wezîfeyê hat dûrxistin.
Wezaretê di daxuyaniyê de bîryara dadgehê rexne kir û got ku wê bîryarê "bi esef" dinêrxînin û wiha bangî rayedarên Misirê kir:
"Gelê Misirê daxwazên meşrû yên wek demokrasî dewleteke hiqûqê kiribû. Me jî bang kiribû ku bila ew daxwaz bên cih. Ew banga me hê jî didome."