26 Îlon 2015•Rojanekirin: 26 Îlon 2015
ÎSTANBUL
Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Îranê Hesen Kaşkavî diyar kir ku heyeteke taybet a ji dîplomat, heyva sor û mensûbên çapemeniyê dê bişînin Erebistana Siûdî.
Kaşkavî ji televîzyona dewleta Îranê re xeberda û destnîşan kir ku Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî piştî îzdihama li Mînayê derasayî civiya û biryar da ku heyeteke taybet bişîne Erebistana Siûdî.
Kaşkavî diyar kir ku ew bixwe dê serokatiya heyetê bike û wiha got, "Sekreterê Giştî yê Heyva Sor a Îranê û mensûbên çapemeniyê jî dê di nava heyetê de cih bigrin.
Kaşkavî bal kişand ser peywira heyetê û wiha xeberda:
"Emê li ser rewşa welatiyên ku di encama îzdihamê de wenda bûn lêkolîn bikin. Herwisa emê birîndar û kesên ku wefat kirin neqlê welat bikin û sedema esil a îzdihamê bikolin. Aniha em li bendê ne ku rêveberiya Erebistana Siûdî vîzeyên me pesend bike."
- Meclisa Îranê dê der heqê sedema îzdihamê de lêpirsînê veke
Ji hêla din Endamê Komîsyona Ewlekarî û Polîtîkaya Dereke ya Meclisa Îranê Mihemmed Riza Muhsînî Sanî daxuyand ku meclisê li ser îzdihama ku tê de 131 welatiyên Îranê mirin, lêpirsînê veke.
Di daxuyaniya Dezgeha Hecc û Ziyaretê ya Îranê de hat destnîşankirin ku di îzdihama li Mînayê de 136 welatiyên Îranê mirin, 102 jî birîndar bûn.