Charlîe Andreassonê kaptanê duyan ê keştiya bi navê "Shîp to Gaza"yê ya ku ji bo bertekê nîşanî dorpêçkirina li Xezeyê bike ji Swêdê derkete rê diyar kir ku îhtimala alîkarîgihandina keştiya wan li gor projeyên berê zêde ye û Îsraîl nikare êrîşeke wekî Mavî Marmarayê bike.
Charlîe Andreassonê kaptanê duyan ê keştiya bi navê "Shîp to Gaza"yê der barê armanca keştiya wan û tevgera Îsraîlê ya li dijî keştiyên ku amûrên alîkariyê dibin Xezeyê de agahî da nûçegihanê AAyê. Andreasson destnîşan kir ku beriya vê, di sala 2012an de di keştiya Estelleyê de, di sala 2013-2014an de jî di keştiya Gaza's Arkê de wezîfe kiribû û der barê "Ship to Gaza"yê de jî wiha got: "Armanca me bi armanca me ya berê re heman tişt e, em hewl didin ku dorpêça Îsraîlê ya li ser Xezê ya ku li dijî mirovahiyê ye ji holê rakin."Andreasson destnîşan kir ku dorpêça li ser Xezeyê hem pêşî li amûr kirînê dibire hem jî nahêle ku ji Xezeyê tu tiştek bê îxrackirin û wiha got: "Qedexeya îxracatê derbeyeke mezin li aboriya Xezeyê dixe, bi tenê ji sedî 3yê tiştên ku li Xezeyê tên çêkirin tên îxrackirin."
Andreasson diyar kir ku hin saziyên civaka sivîl û siyasetmedar jî piştgiriyê didin projeya "Ship to Gaza"yê, hin siyasetmedarên payebilin jî ji ber "sedemên ku tên zanîn" deng dernaxin. Her wiha Andreasson eşkere kir ku dema keştî diçin hin bajarên Ewropayê rayedarên herêmî astengan derdixin pêşiya çalakvanên keştiyê û wiha pê de çû: "Li Fransa û Almanyayê hêzên ewlekariyê gelek agahiyên me yên ku kêrî tu karê wan nayên ji me xwestin. Eşkereye ku hin kesên din van agahiyan ji wan xwestine."
Andreasson destnîşan kir ku îxtimala gihîştina Xezeyê ya projeya "Ship to Gaza"yê li gor keştiyên Estelle û Gaza's Arkê zêde ye û wiha pê de çû: "Ez ji bo vê projeyê hêvîdar im lewra piştî êrîşa li ser Xezeyê ya sala par hemû dinyayê dît ku Îsraîl mexdûr nîne, dagirker û kolonyalîst e." Andreasson got ku Îsraîlê di keştiya Mavî Marmarayê de 9 welatiyên Tirkiyeyê kuştibû piştî vê bûyerê çalakvanên ku di keştiya "Ship to Gaza"yê de nin natirsin ku êrîş bê kirin û wiha axivî: "Îsraîl nikare êrîşî keştiya me bike. Bawer nedikir ku piştî kuştina çalakvanên Mavî Marmarayê bertekeke wiha ya navneteweyî bibîne. Niha zêdetir baldar in. Îsraîl nikare bûyereke wek Mavî Marmarayê derxe."
Andreasson got dibê çalakvanên di keştiyê de hay ji tevgerên xwe hebin û ji bo êrîşeke nû meneyan nedin destê Îsraîlê.
Andreasson wiha pê de çû: "Dorpêça Xezeyê ji xwe ranabe. Dibê her kes qasî ku ji destê wî tê tevkariyê bidê. Îsraîl ça ku ji kesekê motanî min dikeve şikê û dide teqîbkirin her kes jî dikare ku alîkariyê bide Xezeyê."