Li Îsraîlê piştî ku hikûmeta koalîsyonê belav bû, biryar hat dayîn ku hilbijartina pêşwext di 17ê adara 2015an de çêbibe.
Serokê Meclisa Îsraîlê Yulî Edelsteîn û serokên koma partiyan ên Knessetê li ofîsa Edelsteîn civînek kirin. Piştî civînê daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin ku hilbijartina pêşwext wê di 17ê adara 2015an de çêbibe.
Li Îsraîlê hikûmet 2 sal berê ava bûbû. Serokê Partiya Yeş Atîdê û Wezîrê Darayiyê Yaîr Lapîd bi 19 parlementeran ve, serokê Partiya Hattunayê û Wezîrê Dadê Tzîpî jî bi 6 parlementeran ve beşdarî hikûmetê bûbûn.
Piştî ku Lapîd û Livnî duh ji wezîfeyên xwe hatin dûrxistin koalîsyon belav bû. Netanyahu ji bo raya pêbaweriyê 61 ray nestandibû û li welêt niqaşên hilbijartina pêşwext hatibûn kirin.