Türkan Tosun
06 Îlon 2018•Rojanekirin: 06 Îlon 2018
QUDIS
Paraguayê daxuyand ku ewê balyozxaneya xwe ya li Îsraîlê ji Qudsê car din bibe Tel Avîvê. Li ser vê daxuyaniyê rêvebiriya Îsraîlê jî biryar da ku balyozxaneya xwe ya li Paraguayê bigre.
Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Îsraîlê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê da hat gotin ji ber ku Paraguayê daxuyand ku ewê balyozxaneya xwe ya li Qudsê wê car din bibe Tel Avîvê, Îsraîlê jî biryar da ku balyozxaneya xwe ya li Paraguayê bigre. Îsraîlê gazî balyozê xwe yê li wir kir ew vegere welêt ku li ser vê meseleyê bê axaftin.
Wezîrê Karên Derva yê Paraguayê Luîs Alberto Castîglîonî îro daxuyaniyek da û got balyozxaneya ku di meha gulanê da biribû Qudsê emê car din bibin paytex Tel Avîvê.
Castîglîonî wiha got: "Paraguay dixwaze li Rojhilata Navîn aştiyeke berfireh, adil û mayînde çêbibe û ji bo vê jî dixwaze xêra wê bigîhîje hewldanên dîplomatîk ên herêmî."
Piştî Amerîka û Guatemalayê Paraguayê jî di 21ê Gulanê da balyozxaneya xwe ya li Tel Avîvê biribû Qudsê.
Serokê Dewleta Paraguayê yê berê Horacîo Cartes û Serokwezîrê Îsrailê Binyamin Netanyahu jî beşdarî vê merasimê bûbûn.