Abdullah Tel
14 Hezîran 2018•Rojanekirin: 15 Hezîran 2018
XEZE
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê ye ragihand ku rayedarên Îsraîlî destûrê nadin ku xaza helyûmê derbasî alî Xeta Xezeyê bê kirin û ev yek jî wê jiyana nexweşan bike nav talûkeyê.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe da bal kişand ser biryara sînordarkirina xaza helyûmê ya ku ji bo nexweşxaneyên li Xezeyê ji hêla hêzên Îsraîlê va tê meşandin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ji bo nexweşxaneyên li herêmê sînordarkirina xaza helyûmê di serî da li ser jiyana nexweşên ku hewcedariya wan bi kişandina manyetik rezonansê (MR) hene û nexweşên din wê tesîreke neyînî nîşan bide. Mehê hewcedariya nêzî 3 hezar nexweşî bi vê kişandinê çêdibe."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Îsraîl ji bo zêdetir nexweşan bikuje û wan ji tedawîkirinê mehrûm bihêle li hincetan digere, dixwaze xebatên di qada tenduristiyê da qels bike.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di daxuyaniya xwe da ragihand ew îdiayên ku Îsraîl bi armanca xaza helyûmê ya ji Xezeyê ra tê şandin sînordar bike, diavêje meydanê derew in. Di serî da ji Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê, Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî û hemû saziyên navneteweyî hat xwestin ku îspat bikin ku îdiayên Îsraîlê derew in.
Serokê COGATê ya Îsraîlê Tumgeneral Kemil Ebû Rukn daxuyanî dabû û gotibû: "Hemas û rêxistinên Filistînî yên din ji ber ku xaza helyûmê ji bo tevgerên xwe yên terorê bi kar tînin wê xaza helyûmê bi sînordarkirî ji Xezeyê ra bê şandin."
Di nûçeyên çapemeniya Îsraîlê cih girtin da hat gotin ku ji alî Xeze û derdora wê pifikên bi xaza helyûmê hatine tijîkirin bi "bafirokên dişewitin" va dişînin ser herêmên Cihû lê dijîn û li wan deran agir bi der dorê dikeve.
Îsraîl piştî hilbijartina ku di sala 2006an da li Filistînê hatibû kirin û Hemas bi ser ketibû ji hewa, beja û behrê va li Xezeyê dest bi dorpêçiyê kiribû, digel bertekên navneteweyî Îsraîl dorpêçiya xwe ya li ser Xezeyê hê jî didomîne.