Abdullah Tel
18 Tebax 2018•Rojanekirin: 19 Tebax 2018
QUDS
Îsraîlê wan deriyên Mescida Eqsayê yên ku duh girtibû îro ji nû va vekir.
Li gor agahiyên ji şahidan hatin hildan deriyên ku duh ji ber hewla êrîşa bi kêrê deriyên Mescida Eqsayê yên ku hatibûn girtin îro serê sibehê zû ji nû va hatin vekirin.
Polêsên Îsraîlê duh li ber Deriyê Meclisê yê Mescida Eqsayê bi îdiaya ku li hemberî polêsên Îsraîlê hewla êrîşa bi kêrê kiriye gule berdabûn Filîstîniyekî welatiyê Îsraîlê û ew şehîd kiribûn.
Li ser vê bûyerê polêsên Îsraîlê piştî nimêja esrê hemû deriyên Mescida Eqsayê girtibûn. Ji ber ku polêsên Îsraîlê Harema Şerîf ji bo îbadetê li misilmanan girt bi seda Filistînî jî nimêja mexrebê li ber deriyê El-Esbat (yê bişêr) a Mescida Eqsayê kiribûn.
Misilmanan xwest ku nimêja eşayê jî li Eqsayê bikin lê polêsên Îsraîlê destûr neda û bi darê zorê wan belav kir.
Polêsên Îsraîlê di nav vê mehê de du caran Mescida Eqsayê vala kir û deriyên wê li misilmanan girtin û nehiştin ku li wir nimêj û taet bê kirin.