Haydar Şahin
18 Tebax 2018•Rojanekirin: 19 Tebax 2018
ANKARA
Li Meşheda bajarê Îranê 6 kesên bi îdiaya avakirina çeteyê, dizî û xespê hatibûn girtin hatin dardakirin.
Têlevizyona dewleta Îranê wekî çavkanî meqamên ewlekarî û edlî yên Xoresana Rezewî nîşan da û diyar kir ku 6 kesên ji ber sûcên xesp, dizî û avakirina çeteyê cezayê dardakirinê xwaribûn îro ber destê sibê hatin dardakirin.
Di xeberê da cî dan daxuyaniya Hesen Heyderiyê Alîkarê Berpirsyarê Ewlekariya Siyasî yê Dozgerê Navend yê Xoresana Rezewî û hat gotin ku Dadgega Dîwana Bilind biryara Dadgeha Înqilaba Îslamî ya 4an dabû tesdîq kir û sûcdar hatin dardakirin.
- "Dardakirin dibê ji bo kesên hizûrê xirab dikin bibe îbret"
Heyderî bal kişand ku kesên hatin dardakirn kesên hewcedar nînin û wiha pê da çû: "Serkêşê çeteyê berê serafî dikir, ji ber vê serafên bi çenteyan bazirganiyê dikin nas dikir. Vê çeteyê herî dawîn ji welatiyekê ji Meşhedê diçû Tehranê 4 kîlo zêr dizî. Dardakirin dibê ji bo kesên hizûrê xirab dikin, çav berî malê kesên din didin bibe îbret."