Li Pursaklara navçeya Enqereyê Abîdeya Azadiyê ya Filîstinê hat çêkirin.
Serokê Şaredariya Pursaklarê Selçuk Çetîn, Qaymeqamê Pursaklarê Îhsan Kara, Balyozê Enqereyê yê Filîstinê Nebîl Maruf û gelek kesên din beşdarî merasima vekirina Abîdeya Azadiyê ya Filîstinê bûn.
Serokê Şaredariya Pursaklarê Selçuk Çetîn di merasimê de axivî û got ku dema leşkerên Îsraîlê bi solên xwe ve ketin Mescîda Aksayê dilê hemû misilmanan şewitî. Çetîn got ku ew dixwazin nîşan bidin ku ew li cem gelê Filîstinê ne û ew piştgiriyê didin azadiya wan.
Balyozê Enqereyê yê Filîstinê Nebîl Maruf jî spasiya dewleta Tirkiyeyê û gelê tirk kir ku ew piştgiriyê didin wan.