Mehmet Nuri Uçar
04 Mijdar 2023•Rojanekirin: 05 Mijdar 2023
Artêşa Îsraîlê li başûrê Xeta Xezeyê ya dorpêçkirî êrîşî mizgeftên Elî bîn Ebî Talib û El-Îsticabeyê kir.
Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî balafirên şer yên Îsraîlê li başûrê Xeta Xezeyê êrîşî mizgeftên navborî kir û ji ber êrîşê mizgefta Elî bîn Ebî Talib û maleke li balê bi temamî xera bûn û mizgefta El-Îsticabeyê jî xisareke mezin dît.
Rayedarên Filistînî berê destnîşan kiribûn ku ji ber êrîşên Îsraîlê 52 mizgeft bi temamî xera bûne û 110 mizgeftan jî xisar dîtiye.