Li Diyarbekirê bi minasebeta şeva Leyletul Qedrê hemû mizgeftên li navenda bajêr û Mizgefta Mezin tije bûn. Welatî ji bo nimêja êvar û eşayê bikin çûn mizgeftan. Hin welatiyan jî li derveyî mizgeftan nimêj kir. Li mizgeftan Qur'ana Pîroz hat xwendin.