Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Dr. Eşref el Qûdrayê ku wezîfeya xwe ya li Xezeyê didomîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser taxa Ez-Zeytuna li rojhilatê Xezeyê de keçika 3 salî ya bi navê Nûr Mihemed Ebdulbasît Ebû Hûsayrayê can da û di heman êrîşî de 3 jê giran 7 kes birîndar bûn.
Qûdra destnîşan kir ku ji duh heta niha di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de 5 jê zarok bi tevahî 15 kes hatin kuştin û wiha dewam kir: "Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê tebaxê dest pê kir de hejmara kesên ku bi destê Îsraîlê hatin kuştin derket 2 hezar û 32 kesan û ji 10 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Îsraîla ku bi salan e Xeze dorpêçkiriye di 7ê tîrmehê de ji hewayê û di 17yê tîrmehê de jî ji bejayê dest bi operasyon û êrîşên xwe yên li ser bajêr kir. Piştî êrîşên ku ji mehekê zêdetir dewam kirin li Misrê di navbera Îsraîl û Filistînê de guftûgoyên ji bo agirbestê hatin kirin û ji bo 5 rojan agirbest hat kirin. Pêr agirbest ji bo 24 saetên din hat dirêjkirin lê Îsraîlê bi hinceta ku ji Xezeyê roket avêtine aliyê wan agirbest betal kir û careke din dest bi êrîşên xwe yên li ser Xezeyê kir.
Hemasê jî îdiayên Îsraîlê yên der heqê roket avêtinê de derewand.