Hosni Nedim,Mehmet Nuri Uçar
30 Adar 2025•Rojanekirin: 31 Adar 2025
Îsraîlê di roja ewil ya Eyda Remezanê da êrîşên xwe yên li ser herêmên bakur û başûr ê Xeta Xezeyê domand.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên tenduristiyê hatin hildan, di êrîşên Îsraîlê yên li ser herêmên cuda yên Xeta Xezeyê da herî kêm 9 Filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê êrîşî mal, kon û wesayîtên sivîlan ên li navenda bajarê Xezeyê, li bakurê Cibaliyeyê û li başûrê Xan Yûnisê kir.
Di êrîşan da 5 jê zarok, 9 Filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Her wiha, tankên Îsraîlê bi topan êrîşî herêma Absan El-Kebîrayê ya li rojhilatê Xan Yûnisê kirin, ji ber gulebarana eskerên Îsraîlê kuştî û birîndar çêbûn.
Li Xezeyê li Taxa Tuffahê êrîş li 3 wesayitên sivîlan hat kirin.
Eskerên Îsraîlê êrîşî Taxa Şucaîyyeyê jî kirin.
Li taxa Cîbaliyeyê ya li bakurê Xeta Xezeyê balafirên Îsraîlê êrîşî mala malbata Mukbîlê kirin, kuştî û birîndar çêbûn.