Ömer Koparan
17 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2025
Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser Tuxaya 107emîn a li Lazqiyeya bajarê Sûriyeyê.
Balafirên şer ên Îsraîlê li Şama paytextê Sûriyeyê êrîşên esmanî yên nû birin ser avahiya Sererkaniyê
Êrîş li herêma Bezamilê ya li Cebleya navçeya Lazqiyeyê dijî kampusa eskerî ya Tuxaya 107emîn hat kirin.
Artêşa Îsraîlê der barê van êrîşên ku li Sûriyeyê hatin kirin da tu daxuyanî neda.
Balafirên şer ên Îsraîlê duh jî digel kampusên eskerî yên li wilayetên Dera û Suweydayê, li paytext Şamê êrîşên esmanî biribûn ser kampusa Serokomariyê û avahiyên Wezareta Parastin û Sererkaniyê.