İbrahim Atmaca
27 Gulan 2018•Rojanekirin: 28 Gulan 2018
GAZZE
Îsraîlê li Xezeyê êrîşa esmanî bir ser du herêmên eskerî yên Hamasê.
Jetên şer ên Îsraîlê êvarê li herêmên Eyn Calut û Haşşaşînê êrîşî du navendên Tûgayên Îzedîm el-Qesam ku şaxa çekdar a Hamasê ye, kir.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên tenduristî yên Filistînê hat hildan, di êrîşên navborî da mirî û birîndar tunene.
Îsraîlê hê der barê mijarê da tu daxuyanî nedaye.