Elif Orhan
27 Gulan 2018•Rojanekirin: 27 Gulan 2018
ANKARA
Wezareta Karên Derve ji bo mitînga ku Almanyayê destûr dayê û alîgirên rêxistina terorê beşdar bûnê bertekeke tund nîşan da û got ku "Ev helwesta durû ya ku em bi tundî şermezar dikin ne li gor demokrasî, ne têkoşîna dijî terorê ne jî ne li gor hêviyên normalîzebûna têkiliyên tirkiye Almanyayê ye."
Ji wezaretê daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn û hat bibîrxistin ku Almanyayê biryarek da ku siyasetmedarên welatên sêyem vir bi hilbijêrên xwe re neyê bal hev û destnîşan kir ku Tirkiye mitabiqê vê verastkirina ku ne li gor demokrasiyê ye nîne.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku digel vê rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê dê pêngavê neavêje xilafa vê verastkirinê lê belê li hêvî ne ku ev qedexeya ku hat dayîn bêyî ku cudahî bê kirin divê ji bo hemû partiyên siyasî bê tetbîqkirin û vê yekê ragihandin meqamên Almanyayê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin dema hîn bûn ku dê ji Tirkiyeyê partiyeke siyasî li bajaê Kolnê mitînga hilbijartinê bike ev mijar xistin bîra meqamên Alman û hişyariyên hewce hatin dayîn û wiha hat gotin:
"Digel van hemû tiştan îro Almanyayê bi awayekî destûrê fealiyeteke wiha da û ev yek jî ne tiştekî wisa ye ku mirov bikare şîrove û qebûl bike. Destûrê dan mitînga navborî ya ku sembolên PKKya rêxistina terorê û beşdariya şaxên wê yên li Almanyayê hat kirin mînaka herî dawîn a standarta dualî ye. Ev helwesta durû ya ku em bi tundî şermezar dikin ne li gor demokrasî, ne têkoşîna dijî terorê ne jî ne li gor hêviyên normalîzebûna têkiliyên tirkiye Almanyayê ye."