Ahmet Aydın
27 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2018
WASHINGTON
Rêveberiya Amerîkayê ya ku ji ber alîkariyên çek ji bo PYD/PKKya rêxistina terorê li Sûriyeyê rexne lê tên girtin, vêcarê Berdevka Wezareta Karê Derve ya wî welatî Heather Nauert ji bo unsûrên PYD/PKKê yên li Efrînê ji dêvla "YPG"ê yekser îfadeya "PKK"ê bikar anî û ji bo vê axaftina xwe rastkirinek yan jî tekzîbek belav nekir.
Daxuyaniya ku nûçegihanê AAyê weke "Ji berdevka wezaretê îtirafa derbarê PKKê" hê derbasdar e û ji rayagiştî jî hatina bertekan didome.
Nauertê dema derbarê unsûrên PYD/PKKê yên li Efrînê axivî ji dêvla îfadeya "YPG"ê ku rêveberiya Amarîkayê hertim bikartîne yekser îfadeya "PKK"ê bikar anîbû. Berdevka ku heta nuha ji bo vê axaftina xwe rastkirinek yan jî tekzîbek belav nekiriye.
Berdevkê gotibû, "Tirkiyeyê li bakurê rojavayê Sûriyeyê berê xwe ji DEAŞê guhert û kete pey PKKê. Em li wêderê îstiqrarê dixwazin."