ÎSTANBÛL
Galatasaray a ku di du pêşbirkên xwe yên dawîn de di Lîga Şampiyonan a UEFAyê de ji Arsenalê 4 û di Lîga Super a Spor Totoyê de ji Îstanbûl Başakşehîrê jî 4 gol xwaribû îro jî dê Kasimpaşayê biezimîne.
Di hefteya 30yemîn a heyama borî de jî Galatasray a li hemberî Kasimpaşayê 4 û 0 têk çûbû.
Galatasaray di Lîga Super a Spor Totoyê de bi 13 pûanan ve di rêza 5an de cih digire, li hemberî reqîbê xwe dixwaze biserkeve û bibe xwediyê 3 pûanan.
Pêşbirka ku sibê li Stada Turk Telekom Arenayê dê bê kirin, saet 20.00an de dê dest pê bike û hakemê pêşbirkê jî Huseyîn Goçek e.