ÎSTANBUL
Di Lîga Super a Spor Totoyê de di 2yê mijdarê roja yekşemê Bêşîktaşê li Stada Olîmpiyatê ya Ataturk Fenerbahçeyê bike mêvan. Bi vê pêşbirkê ve Bêşîktaşê derbiya xwe ya ewil bilîze.
Tîma reş û spî dixwaze ku di vê pêşbirkê de Fenerbahçeyê têk bibe û lîderiya xwe bidomîne.
Di van salên dawiyê de şansê Bêşîktaşê li hemberî Galatasaray û Fenerbahçeyê baş nîne. Bêşîktaş di 9 serdeman de derkete 40 pêşbirkan û bi tenê di 8 pêşbirkan de têk bir.
Bêşîktaş di heman serdeman de di 22 pêşbirkan de têk çû, di pêşbirkan de jî berambere ma. Di vê demê de bi tenê di 8 pêşbirkan de têk bir û alîgirên xwe kêfxweş kir.
- 50 gol avêt, 69 gol xwar
Bêşîktaşê di 40 derbiyên dawiyê de 50 gol avête reqîbên xwe û 69 gol jî ji van xwar.
Bêşîktaşê di 9 serdemên dawiyê de 20 pêşbirkên ku bi Fenerbahçeyê re lîst de 3 caran têk bir, 11 caran têk çû û 6 caran jî berambere ma. Bêşîktaşê di 20 pêşbirkên ku bi Galatasarayê re lîst de jî 5 caran têk bir, 11 caran têk çû û 4 caran jî berambere ma.