ANKARA
Di Lîga Şampiyonan a UEFAyê de Galatasaray a ku di koma Dyê de cih digirt, li hemberî Anderlechê 2 û 0 têk çû û xatir ji ewropayê xwest, di heman komê de Borûssîa Dortmûnd û Arsenal derketin tûra ser Anderlech jî di Lîga Ewropayê ya UEFAyê de dê pêşbirkên xwe bidomîne.
Galatasaray li Bruksela paytextê Belçîkayê bû mêvanê Anderlechê. Nûnerê Belçîkayê Anderlechê li mala xwe Galatasaray 2 û 0 têk bir û bû xwediyê 3 pûanan.
Di deqîqeya 44an de Mbemba gola tîma xwe ya ewil avêt û skor bû 1 û 0 nîva ewil bi vê skorê qediya.
Piştî ku nîva duyemîn a pêşbirkê dest pê kir Galatasaray li gor nîva ewil lîstikeke çêtir raxist holê û ji bo serkeftinê hewl da. Lê hewl û xebatên Galatasarayê bikêr nehat û di deqîqeya 86an de Mbemba carek din gol avêt û Anderlech 2 û 0 bi ser ket.
Ji bilî vê tû gol nehat avêtin û Galatasaray bi vê encamê xatir ji Lîga Şampiyonan a UEFAyê xwest.
Di pêşbirka din a Koma Dyê de jî Arsenalê Borûssîa Dortmûnd 2 û 0 têk bir û ew jî derket tûra ser.
Piştî 5 pêşbirkên ku hatin lîstin di Koma Dyê de rewş wiha ye:
| TÎM |
N* |
S* |
B* |
TÇ* |
GA* |
GX* |
P* |
| 1-Borussia Dortmund |
5 |
4 |
0 |
1 |
13 |
3 |
12 |
| 2-Arsenal |
5 |
3 |
1 |
1 |
11 |
7 |
10 |
| 3-Anderlecht |
5 |
1 |
2 |
2 |
7 |
9 |
5 |
| 4-Galatasaray |
5 |
0 |
1 |
4 |
3 |
15 |
1 |
*Ravekirina daxuyaniyên kurt:
Nîvendî
Serkeftin
Beramberî
Têkçûn
Golên Hatine Avêtin
Golên Hatine Xwarin
Pûan