İSTANBUL
Kulûba Lîga Super a Spor Totoyê û 1emîn Lîga PTTyê dê li dijî terorê gelhev bertek nîşan bidin.
Li gor daxuyaniya Federasyona Fitbolê ya Tirkiyê, dê hemû tîmên ku di 12, 13 û 14 îlonê de di Super Lîgê û Tîmên Lîga yekemîn de bin, bi pankarta ser "#DijîTerorêEmBihevdureNe" nivîsandî derkevin pêşbirkan. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku dê tîm ji bo bîranîna cangoriyên di bûyerên terorî de mirin vê çalakiyê li dar bixin.
Herwiha dê berî hemû misabeqayên lîgên profesyonel jî deqîqeyek ji bo cangoriyan rêz bigrin û dê tîm karibin bandên reş jî girêbidin.