İSTANBUL
Di pêşbirka play offê ya Lîga Ewropayê ya UEFAyê de Fenerbahçe û tîma Yewnanistanê Atromîtos hatin hemberî hev.
Pêşbirk li Stada Şukru Saracogluyê hat lîstin. Golên Fenerbahçeyê di deqîqeya 7 û 78an de Fernandao û dîsa di deqîqeya 59an de Caner avêtin.
Pêşbirk 3 - 0 bi serkeftina Fenerbahçeyê va qediya.
Hakemê pêşbirkê jî ji Federasyona Fûtbolê ya Hirvastîstanê Îvan Bebek bû. Tomîslav Petrovîc û Mîro Grgîc jî birêvebirina pêşbirkê de alîkariya Îvan Bebek kirin.