ÎSTANBUL
Tirkiye û Hollanda di çerçoveya Seridandinên Ewropayê ya Qûpaya Dinyayê ya 2014an de îro tên hemberî hev. Her du tîm jî di koma Dyê de cih digrin.
Tîma Neteweyî li tesîsên Kemerbûrgazê ya Qiluba Kasimpaşayê di bin rêveberiya rahêner Fatîh Terîm de hemû antrenmanên xwe kirin û niha jî ji bo pêşbirkê amade ye.
Tîma Neteweyî ya Hollandayê jî duh êvarê hat Îstanbûlê û derbasî otêla ku dê lê bimîne bû.
Pêşbirka Tirkiye û Hollandayê îşev di saet 21.00an de li Qada Şukru Saraçogluyê ye.