ÎSTANBUL
Sibê Tirkiye û Hollanda di çerçoveya Seridandinên Ewropayê ya Qûpaya Dinyayê ya 2014an de dê bên hemberî hev. Her du tîm jî di koma Dyê de cih digrin.
Tîma Neteweyî li tesîsên Kemerbûrgazê ya Qiluba Kasimpaşayê di bin rêveberiya rahêner Fatîh Terîm de antrenman kir.
15 deqîqeyên antrenmanê ji çapemeniyê re vekirî hat kirin. Hat ragihandin, antrenman piştî ku ji çapemeniyê re hat girtin, fitbolîstan di navbera xwe de maç kirin.
Li gor agahiyan Fatîh Terîm pêşbirk car car da sekinandin û di mijara kêmasiyan de fitbolîst hişyar kirin.