16 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2019
Ji ber ku fitbolîstên Tirk di pêşbirkên Albanya û Fransayê da piştî avêtina golê silava eskeran dan, Yekîtiya Federasyonên Fitbolê ya Ewropayê (UEFA) bi hinceta ku di dayîna silava eskerî da îhtimala provokasyona siyasî heye, lêpirsîna disîplînê da destpêkirin û bi vê helwestê va navenda biryarê ya fitbola Ewropayê wekhevî raçav nekir.
Lêpirsîna ku UEFAyê seba şabûna golê ya fitbolîstên Tîma Neteweyî ya Ayê da destpêkirin, ji aliyê "siyasîbûn"ê va balê dikşîne. Dîrektorê Ragihandinê yê UEFAyê Philip Townsend piştî pêşbirka Albanyayê ji bo îdiayên vî rengî wiha bersiv dabû pirsa nivîskî ya Ajansa Anadoluyê, "Der heqê pêşbirkê da tu şîroveyeke UEFAyê çênebûye." Heke wisa be, çi qewimî ku UEFAyê vê carê piştî pêşbirka Fransayê seba heman şabûna golê biryara lêpirsînê da?
Ji ber ku Tirkiyeyê li gor hiqûqa navneteweyî, mafê xwe yê midafaya meşrû ya li gor benda 51emîn a Şertê Neteweyên Yekbûyî (NY) û biryarên li ser têkoşîna terorîzmê ya Konseya Ewlehiyê ya NYê Herekata Kaniya Aştiyê da destpêkirin, di siyaseta Ewropayê da dijî herekatê kampanya tên meşandin. Bi taybetî diyar e ku di biryara UEFAyê da bandora vê kampanyayê heye.
Beriya ku UEFA vekirina lêpirsînê eşkere bike, Wezîra Sporê yê Fransayê Roxana Maracineanuyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got ku di Gruba Hyê ya Seridandinên Şampiyonaya Fitbolê ya Ewropayê ya 2020î (EURO 2020), pêşbirka Fransayê da piştî Kaan Ayhan gol avêt, fitbolîstên neteweyî seba piştgiriya Herekata Kaniya Aştiyê silava eskeran ji Artêşa Tirk ra şandin û îdia kir ku fitbolîst dijî ruhê sporê tevgeriyan û ji bo vê mijarê bangî UEFAyê kir.
Digel vê yekê, bi taybetî di medyaya Ewropayê da ji bo silavdayîna fitbolîstên me yên neteweyî weşanên provokator tên kirin û ev yek jî bû sedem ku UEFA lêpirsînê veke.
UEFAyê di danezana lêpirsînê da silavên ku di pişbirka Albanya û Fransayê da hatin dayîn kir hincet, lê heman saziyê 2 roj berê seba pêşbirka Arnavutlukê tu lêpirsîn nehatiye vekirin û di vê mijarê da tu şîroveyeke wan çênebûye.
Di Lîga Futbolê ya 1emin a Îspanyayê (La Lîga), Lîga Premîerê ya Îngiltereyê û Lîga Futbolê ya 1emin a Almanyayê (Bundeslîga) da jî futbolîstên navdar ên van tîman silava eskeran dabûn û ji ber golavêtinê kêfxweş bûbûn.
Çapemeniya van welatan ev dîmen dubare weşandibûn, di rojnameyan da jî ev silav biwêneyan va û hûrgilî hatibûn çapkirin. Li Ewropayê di çapemeniyê da wan rojan tu nîqaş li ser wan kesan nehatibûn kirin.
Dema futbolîstên Tirk di pêşbirkên Albanya û Fransayê da ji ber golan kêfxweş bûbûn, rejiya Fransayê dîmenên wan neanîbû ser ekranê, sansur li wan hatibû kirin.
Kêfxweşiya futbolîstên neteweyî ji hêla UEFAyê va wek îxtimala provokasyonê hat nirxandin. UEFAyê ji Lijneya Etîk û Dîsîplînê ya UEFAyê mufetîşek wezîfedar kir ku ew lêpirsînê bi rê va bibe.
- Ji Grîezmann ra silava eskeran serbest e
Futbolîstê navdar Antoîne Grîezmann di fînala Kupaya Dinyayê da kêfxweşiya xwe bi silava eskeran va nîşan dabû.
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn û gelek serokdewletên din jî di merasima kupayê da cih girtibûn. Grîezmann li hemberî Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron silava eskeran dabû û ev wek peyameke siyasî an jî provokasyon nehatibû nirxandin.
Grîezmann di merasima şampiyoniyê ya ku li Qesra Elyseeyê çêbû da jî li hemberî Macron dîsa silava eskeran dabû û çapemeniya Ewropayê ev silav wek jesteke biçûk a xweş ya li hemberî serokê dewletê nîşan dabû.
Di pêşbirka koma Fyê ya Kupaya Dinyayê ya li Rûsyayê çêbû da jî Koreya Bakur û Almanya hatibûn pêşberî hevdu. Futbolîstê Koreya Başûr Hong Chul dema sirûda neteweyî ya welatî wî hatibû gotin silava eskeran dabû.
- Ronaldo, Marcelo, Mandzukic ve Adebayor...
Crîstîano Ronaldoyê fitbolîstê Real Madrîdê û Marceloyê Brezîlyayî jî piştî gol avêtin slava eskeran dan.
Marîo Mandzukîcê fitbolîstê Xirvat jî dema ku di Bayern Munîha tîma Almanyayê da dileyîst silava eskeran dabû.
Thîerry Henry û Samuel Eto'oyê fitbolîst jî dema ku di Barcelonaya tîma Îspanyayê dileyîstin piştî gol avêtin silava eskeran dabû.
Emmanuel Adebayorê fitbolîstê Afrîkayî jî dema ku di Tottenhama tîma Îngîltereyê dileyîst piştî gol avêtibû tîma Manchester Unîtedê silava eskeran dabû.
Di pêşbirka Galatasaray û Ostersundsa tîma Swêdê 2 kes ketibûn sehayê û postera Abdullah Ocalanê Serokê PKKya rêxistina terorê vekiribûn. Dîsa heman tişt di pêşbirka navbera Osmanlispor û Zurîha tîma Swîsreyê dihat leyîstin jî çêbû.
Li ser vê bûyerê wezîfederarên li stadê tiştek nekiribûn û bêdeng mabûn. Li ser van bûyeran UEFAyê bi tenê hişyarî û cezayê pereyan yên biçûk dabûn tîmên Ewropayê.