Haydar Şahin
10 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2019
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva bi Heiko Maasê Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê ra li ser têlefonê axivî.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatin sitandin, Çavuşoglu bi hemtayê xwe yê Alman ra li ser têlefonê axivî.
Der barê naveroka axaftinê da agahî nehatin dayîn.
Wezîr Çavuşoglu berê jî bi Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê, Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê, Cewad Zerîfê Wezîrê Karên Derva yê Îranê ra li ser têlefonê axivîbû û der barê Herekata Kaniya Aştiyê ya Tirkiyeyê li sînorê xwe yê li başûr li dijî hedefên terorê da destpêkirin da agahî dabû.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bi têlefonê bi Wezîrê Karên Derva yê Îngilistanê Domînîc Raab ra axivî.
Li gor agahiyên çavkaniyên diplomasiyê Çavuşoglu û Raab bi têlefonê axivîn.
Der barê naveroka axaftinê da agahî nehat dayîn.
Çavuşoglu berê jî bi Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê Heîko Maas, Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê, Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê, Cewad Zerîfê Wezîrê Karên Derva yê Îranê ra li ser têlefonê axivîbû û der barê Herekata Kaniya Aştiyê da ku Tirkiyeyê li sînorên xwe yên li başûr li dijî hedefên terorê daye destpêkirin da agahî dabû.