Haydar Şahin
12 Sibat 2019•Rojanekirin: 13 Sibat 2019
BERLÎN
Heiko Maasê Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê got dixwazin li Sûriyeyê îstiqrar pêk bê.
Maas beriya hevdîtina ku bi Geîr O. Perdesenê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ra bike di civîna çapemeniyê ya hevpar da diyar kir ku îxtilafa li Sûriyeyê 8 sal e dewam dike, ji 400 hezarî zêdetir kes hatin kuştin, bi milyonan kes jî ji cî û warên xwe hatin kirin.
Maas destnîşan kir ku meriv dikare bi tenê bi pêvajoyeke siyasî aştiyeke mayînde û berdewam ya kêrî hemû koman tê pêk bîne û wiha axivî: "Em gişt dixwazin li Sûriye bi awayê herî lez îstiqrar pêk bê."
Maas got Almanya piştgiriyê dide hewlên ji bo amadekirina qanûneke bingehîn a ji Sûriyeyê ra.
Maas got li Sûriyeyê agirbesteke mayînde lazim dike, mitebeqata li Îdlibê parçeyekî vê ye lêbelê dibê li tevahiyê welêt sîlah werin bêdengkirin.
Pedersenê Nûnerê NYyê jî jî diyar kir ku 8 sal e li Sûriyeyê êş û jan tê kişandin û wiha axivî: "Gelek kes hatin kuştin. Gelek kes winda bûn. Gelek kes di nav şert û mercên dijwar da girtî ne."
Pedersen got li Sûriyeyê di navbera koman da lazim e ku pêewlebûn were avakirin û wiha pê da çû: "Xêncî pêvajoya siyasî dibê pêşketina civakî jî were pêkanîn. Anaxrata vê jî ew e ku komîteya qanûna bingehî were amadekirin. Hêviya me ew e ku ev li Sûriyeyê bibe anaxtara pêvajoya siyasî."
Pedersen mijara agirbestê, rewşa li Îdlibê û bakurê rojhilatê welêt jî di nav pirsgirêkên dibê werin çareserkirin da nîşan da.