Sabri Yıldırım
16 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2026
Li Deşa Mûşê jêkirina kelemên Mûşê dest pê kir.
Kelemên ku ji bo aboriya Mûşê girîng e û parçeyekî çanda bajêr e, êdî tên jêkirin.
Midûrê Çand û Daristanê yê Mûşê Necattîn Gonçê çû serdana cotkaran, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku kelem li bajêr çandiniyeke sereke ye.
Gonç destnîşan kir ku kelem di çandiniya Mûşê da pir cî digire û weke xwarin jî girîng e û got, "Li bajêr li ser bi qasî 4 hezar dekarî kelem tê ajotin û tê texmînkirin ku nêzikî 13 hezar û 500 ton kelem bê hildan. Feydeya kelem ji bo aboriya bajêr jî li derdora 165 milyon lireyî ye."
Yunus Yalvariciyê cotkar ku li gundê Çirîsê (Baglar) li ser bi qasî 20 donimî kelem ajotiye, got, "Em ji bavê berê da kelem diajon. Bi salan e ez li vî gundî kelem diçînim. Kelemên Mûşê naşibin kelemên li bajarên li derdorê."