Emin Ferhat Sevilir
01 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2026
Li Erzincanê pîreke ku ji şaneşînê ra ket xwarê û giran birîndar bû, li nexweşxaneyê mir.
Nerîman Yya (77) ku li Taxa Akşemsettînê, li Kolana 661emîn dijiya, ji şaneşîna mala xwe ya li qata 4emîn ra ket xwarê.
Li ser cawdayînê polês û ekîbên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Ekîban jinika pîr rakir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Erzincan Bînalî Yildirimê.
Nerîman Y. digel hemû midaxeleyan ji mirinê nefilitî.