Hikmet Temeş
15 Tebax 2026•Rojanekirin: 15 Tebax 2026
HAKKARÎ (AA) - Kampa Ayê ya Hilkişîna Cemedê ya ku Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê (TDF) di çarçoveya bernameya fealiyetê ya sala 2026an da li Hekariyê li dar xist, hat temamkirin.
Ji bajarên cuda 200 werzişvan û antrenor beşdarî etaba ewil a kampa ku di 10-15ê tebaxê da li navçeya Yuksekovayê hat lidarxistin, bûn.
Werzişvanên ku perwerdeya teknîkî temam kirin bi antrenorên xwe ra beşdarî perwerdeyên hilkişînê yên tetbiqî yên li cihên bilind bûn.
Werzişvanên ku li herêmên çiyayên Cîlo û Satê yên li Yuksekovayê kamp vedan li wir hilkişiyan ser cemedê.
Çiyager dikarin ku di perwerdeyên parkurên dijwar tên kirin da teknîkên hilkişîna cemedê bi tetbiqî hîn bibin.
Werzişvan piştî kampê dê beşdarî Kampa Byê ya Hilkişîna Cemedê ya ku dê di 17-23yê tebaxê da bê lidarxistin bibin.
Nacî Ertunçê Nûnerê Hekariyê yê TDFyê got ku Hekarî ev çar sal e mazûvantiya organîzasyonên bi vî rengî dike û piştî perwerdeyên teorîk derbasî xebatên sepanî dibin û di dawiya bernameyê da beşdar dikevin ezmûnê.
Ertunç got ku îsal bi qasî 200î kes di çarçoveya fealiyetên perwerdeyê yên ji hev cihê li Hekariyê ne û da zanîn ku Hekarî bi çiyayên xwe yên bilind û xweşikahiyên xwe yên tebiî va ji hêla çiyagerî û werzişên xwezayê va xwedî potansiyeleke girîng e.